Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO ŞEVBÛHÊRKEKE DENGBÊJIYÊ HAT LIDARXISTIN

Navendên çand û hunera Baqî Xido ya bajarê Kobanê û Xabûr ya Hesekê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo şevbuhêrkeke dengbêjiyê li bajarê Kobanê li dar xistin.
Şevbûhêrk bi beşdariya bi dehan endamên Rêveberiya Xweser, çand û hunera Baqî Xido, rêveberên desteya çandê, rêveberiya zanîngeha Kobanê û saziyên sivîl bi rê ve çû.
Şevbûhêrk bi dirûşmeya: “bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin” hate lidarxistin.
Di şevbûhêrkê de axaftin hatin kirin û hate gotin, Rêber APO çand û hunera gelê Kurd ku hatibû binpêkirin, ji nû ve vejand.
Piştre koma şehîd Hogir ya dengbêjiyê ya çand û hunera Xabûr û dengbêjên Kobanê berhemên xwe pêşkêşkirin.