Kanala ROJAVA TV

HÎLALA ZÊRÎN DI NAVA XEBATÊN XWE DE ÇANDA RESEN DIPARÊZE

Navenda hîlala zêrîn a bajarê Kobanê di sala 2018 an bi armanca parastina çanda kurdan û pêşxistina hunera jinan hat vekirin.

Di navendê de hijmareke mezin a jinan li ser hemû amûrên hunerî tên perwerdekirin û her jinek li gorî daxwaza xwe di beşekî de kar dike.

Endama Navenda Hîlala Zêrîn Hêlîn Ehmê, ji rojava tv axivî û behsa karûxebata navenda hîlala zêrîn a kobanê dike.

Rêvebera Navenda Hîlala Zêrîn ya kantona Firatê Nisrîn Yûsif jî diyar kir ku,destpêkê ew rastî gelek zehmetiyan hatin lê ji ber israr hebû ew li ser piyan man û xebatên xwe berfereh kirin.

Tevgera hîlala zêrîn di sala 2015’an de li çiyayên kurdistanê, di 2016’an de li kantona cizîrê,di 2017’an de li kantona efrînê û di 2018’an de li kantona firatê hat avakirin.

Tevgera Hîlala Zêrîn heqîqta ronahiyê di kar û xebatên xwe de bingeh digre.