ÇETEYÊN DI OPERASYONA ”EWLEHIYA DOMDAR” DE HATIN GIRTIN LI XWE MUKUR TÊN
Bi armanca têkbirina metirsiya çeteyên Daiş’ê li kampa Holê û derdorê wê, di 6’ê Mijdarê de Odeya Operasyonan operasyona ” Ewlehiya Domdar” li nava kampê û 200 gundewarên wê li darxist.
Odeya Operasyonan ragihand ku wan di nava 7 rojan de 79 çete ku gelek ji wan di nava lîsteya xwestina hêzên wan de bûn hatin girtin.
çeteyên ku di nava operasyonê de hatin girtin li xwe mukur hatin ku dewleta tirk piştgiriya wan dikir her wiha wan di nava Daiş’ê de pilan dikirin ku kiryarên dijmirovî li dijî şêniyên herêmê pêk bînin.
Çeteyan di nava mukurhatinên xwe de dan xuyakirin ku wan gelek caran pilan dikirin ku di nava kampê de kiryarên kuştin û destdirêjiyê bikin.
Operasyona “ewlehiya domdar” li ser bingeha agahî û mikurhatinên endamên DAIŞ’ê ku beriya niha bi demekê hatibûn girtin, hat lidarxistin.