Kanala ROJAVA TV

KOMBÛNA JINAN A ZENÛBIYA JI BO NÎQAŞKIRINA TUNDIYA LI SER JINÊ PANELEK LIDARXIST

Di çarçoveya rêzeçalakiyên roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de, kombûna jinan a zenûbya ya kantona mibicê panelek lidarxist.Panel bi beşdariya bi dehan endamên kombûna jinan a zenûbya, desteya şaredariyan û jinên minbicê hate lidarxistin.
Di panêlê de sedemên tundiya li ser jinan û çawaniya rêlibergirtina wê her wiha pêkanîna hevjiyana azad di navbera her du zayendan de hat nîqaşkirin.
her wiha hate gotin, ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan û bidestxistina azadiya, divê civak were hişyarkirin.