DESTEYA JIN A MINBICÊ BI BONEYA ROJA ZAROKAN A CÎHANÎ SEMÎNEREK LI DAR XIST
Desteya Jin a kantona Minbicê di çarçoveya bernameya wê ya ji bo Roja Zarokan a Cîhanî de, paneleke diyalogê bi sernavê “Ji bo Zarokatiyeke Tendurist, Parastin, Pêşketin û Hişyarî” li dar xist.
Di panelê de, du mijarên sereke ên bi navê Qanûna Zarokan û Roja Zarokan a Cîhanî hatin nirxandin.
Desteya Jin di panelê de destnîşan kir ku, pirsgirêkên jin û zarokan bi hev ve girêdayî ne û divê li ser were sekinandin, li herêmên ku şer lê qewimîne herî zêde bandor li zarok û jinan bûye, her wiha zarok ji mafên xwe yên jiyankirinê bê par maye.
Hat diyarkirin ku Rêveberiya Xweser di nava xebatên xwe de hewl dide mafên zarokan pêk bîne û jiyaneke guncaw ji wan re peyda bike.
Desteya Jin a kantona Minbicê anî ziman ku ew ê li herêmên Rêveberiya xweser dengê zarokan bighînin cîhanê û dawî li komkujiyên derheqê zarokan de têne kirin, bi dawî bikin.