Kanala ROJAVA TV

LI ZANÎNGEHA ROJAVA ŞANOYEK DERBARÊ KOÇBERIYÊ DE HAT PÊŞKÊŞKIRIN

Di nava çalakiyên piştgiriya xwendekaran de, Zanîngeha Rojava dem bi dem çalakiyên hunerî û çandî li dar dixe.
Di çarçoveya xebatên zanîngehê de, îro Koma Hinar ya Şanoyê şanoyek derbarê koçberiyê de pêşkêş kir.Şano di jiyana mirovan de cihekî girîng digre, û di hemû şaristaniyan de şano neynika taybetmendiyên civakê ye her wiha wekî rengekî vegotina çandî tê dîtin.

Li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo, şanoyek ji aliyê koma Hinar ve hat pêşkêşkirin.

Di şanoyê de pêwîstiya terkkirina fikra koçberiyê û parastina destkeftiyên şoreşê hat vegotin.

Şanoger Şevzan Mehmûd ji Rojava TV re axivî û behsa girîngiya şanoyê di jiyana gelan û bi taybet gelên serhildêr de kir.

ŞEVZAN MEHMÛD – ŞANOGER

Ji aliyê xwe ve, xwendekaran tekez kirin ku çalakiyên ku ji aliyê zanîngehê ve tên lidarxistin, alîkariya berfirehkirina asoyên zanistî û rewşenbîrî yên xwendekaran dike.

MIZGÎN HESEN-XWENDEKAR

Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dema damezrandina xwe ve û heta roja îro, ji bo avakirina nifşekî yekgirtî û saxlem di hemû qadên jiyanê, kar dikin.