JINÊN HERÊMÊ LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN DI NAVA TEVGERÊ DE NE
Endamên Rêxistina Sara ya bajarê Helebê diyar kirin ku tundiya li ser jinê bi armanca şikandina îradeya jinê pêk tê.
Her wiha gotin, herêmên di bin dagirkeriya tirkiyê de navendên pêkanîna tundiya li dijî jinê ye.
25`ê Mijdarê di qadnên navdewletî de wekî roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê tê naskirin.
Di vê rojê de li serasnserî cîhanê tundiya li dijî jinê tê şermezarkirin û banga bidawîkirina tundiyê tê kirin.
Derbarê 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê Rêvebera Komîteya Pewerdeyê ya Rêxistina Sara ya Helebê Heyfa Hisên got, armanc ji tundiya li ser jinê têkbirina îradeya wê ye.
Her wiha Rêvebera Rêxistina Sara ya Helebê Perîşan Reşîd diyar kir ku herêmên di bin dagirkeriya tirkiyê de navendên pêkanîna tundiya li dijî jinê ye .
li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi boneya 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna tundiya li ser jinê Tevger û rêxistinên jinan amadekariyên lidarxistina çalakî û kampanyayan dikin.