Kanala ROJAVA TV

OPERASYONA “EWLEHIYA DOMDAR” A LI KAMPA HOLÊ BI DAWÎ BÛ

 

Odeya Operasyona “Ewlehiya Domdar” bi daxuyaniyeke çapemeniyê bidawîkirina operasyona li kampa Holê û derdora wê, ragihand.
Odeya Operasyonê diyar kir ku di 7 rojan de 79 çete hatine girtin.

Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê bidawîkirina operasyona li dijî şaneyên DAIŞˈê yên li kampa Holê û derdora wê, ragihand.

Daxuyanî li kampa Holê bi zimanê kurdî û erebî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin Di 7 rojan de hêzên hevbeş ên odeya operasyona “Ewlehiya Domdar” operasyonên mezin ji lêgerîn û kontrolkirina li herêmên başûr û bakurê bajarê Holê û kampa wê pêk anîn.

Operasyon li ser du baskên sereke bi rê ve çû. Di nava 2 rojên destpêkê de, lêgerîn li zêdetirî 200 gundên li başûr û bakurê Holê pêk hatin. 70 km ji sînorê Iraq-Sûriyê û deverên wê yên çolistanî girte nava xwe.

Operesyonên lêgerînê yên bajar û kampa Holê, bi beşdariya 5 hezar şervanên ji hêzên hevbeş, bi piştgirî û alîkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hatin.

Ji bilî xebatên lêgerîna bingehîn, hêzên operasyonê li bajarên Holê, Til Hemîs, gundewarên Til Koçer û rojhilatê bajarê Hesekê, bi ser zêdetirî 60 cih û veşartgehên şaneyên DAIŞ de girt.

Wek bîlançoya dawî ya operasyonên ewlehî û leşkerî li gundewarên bakur û başûrê bajarê Holê û kampa wiha ye:

– Hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar 79 çeteyên şaneyên daiş girtin.

– Hejmareke mezin a çekan, tevî bombe û mayînan destser kirin.

– Lêpirsîn bi 17 jinên ku destê wan di êşkencekirinê û alîkariya şaneyên daiş de hebû, hat kirin.

– Gelek alavên elektronîk ên ku peywendiya di navbera şaneyên daiş de û hevkarên wê yên di nava kampê de hêsan dike, li gel sembol û alên DAIŞ’ê desteser kirin.

Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar di dawiyê de bang li civata navnetewryî kir ku berpirsyariya xwe li hember malbatên di kampa Holê de bi cih bînin û piştgiriya pêwîst ji hêzên ewlekariyê, saziyên xizmetguzarî û rêvebirinê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş bikin.