XELKÊN QAMIŞLO PIŞTGIRIYÊ DIDIN OPERASYONA ”EWLEHIYA DOMDAR”
Operasyona ”Ewlehiya Domdar” ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD’ê û YPJ’ê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˈê li kampa Holê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 7’an de didome.
Operasyon rastî pêşwaziyeke germ ya welatiyên herêmê tê û welatî destxweşiyê li xebatên şervanan dikin.
Xelkên bajarê Qamişlo piştgiriya xwe bi operasyona Ewlehiya Domdar re nîşan dan û diyar kirin ku, hêzên ewlekariya hundirîn, QSD û YPJ’ê hebûna wan diparêzin.
Her wiha Xelkên bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku, ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê operasyonên bi vî rengî her tim pêwîst in.
Beriya niha jî parêzvanên herêmê li ser daxwaza welatiyan dest bi operasyonên heman awayî kiribûn û encamên giring bi dest xistibûn.