OPERASYONA ”EWLEHIYA DOMDAR” DI ROJA XWE YA 7’AN DE DEWAM DIKE
Operasyona “Ewlehiya Domdar” bi lêgerîna hemû beşên kampa Holê û 200 gundên derdora wê didome.
Duh Di çarçoveya operasyoneke taybet de ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê û Asayîşa Jin ve hate lidarxistin, serçeteyekî DAIŞ’ê ku ji du salan ve ji aliyê hêzên leşkerî û ewlehiyê ve dihate xwestin, li bajarê Holê hat girtin.
Her wiha di encama lêgerîna 7 rojan de heya niha zêdetirî 84 çete hatine girtin û miqdareke mezin ji çek û cebilxaneyan jî hatine deseserkirin.
Ji rêveberên Odeya Operasyonan a kantona Cizîrê Mehmûd El Hesen da zanîn ku operasyonê metirsiya Daiş’ê li herêmê têk bir.
operasyona Ewlehiya Domdar rastî eleqeyeke xurt ji bo şêniyên bajarê Holê û gundewarên wê tê, nexasim piştî ku legerîn li wê deverê dest pê kir û metirsiya Daiş’ê li wê derê hat têkbirin.