LI KANTONA MINBICÊ ŞEVBUHÊRKEKE MÛZÎKÊ LI DAR KET
Navenda Çand û Hunerê ya kantona Minbicê bi armanca vejandina çand û kultûra kantonê şevbuhêrkeke mûzîkê li dar xist.
şevbuhêrk bi dirûşma “Li hemberî dengê bombeyên we û yê mirinê em ê dengê muzîkê bilind bikin û awaza jiyanê lêdin” li hola navendê li dar ket.
endamên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Desteya Çand û Hunerê beşdar bûn.
Di şevbuhêrkê de koma Hewat stran û beşên muzîkê yên ji çand û kultûra pêkhateyên kantonê, pêşkêş kirin.
Paşê ji aliyê Navenda Çand û Hunerê û koma Hewat a ve axaftin hatin kirin, tê de hat gotin ku, armanca sereke ji şevbuhêrkê ew e ku hemwextî êrişên li dijî herêmê hêvî were vejandin.