Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR A KOBANÊ JI BO NÎQAŞKIRINA TUNDIYÊ KOMXEBATEK LI DAR XIST

Kongra Star a bajarê kobanê bi armanca nîqaşkirina 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan komxebatek li dar xist.
Komxebat bi sernavê”bi felsefeya jin jiyan azadî xwe biparêzin” li navenda meclîsa cîbcîkar ya kobanê bi rêve çû.
Bi dehan endamên saziyên rêveberiya xweser, malbatên şehîdan, partiyên siyasî, hêzên parastina civakî beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de sedemên tundiya li ser jinan û çawaniya rêlibergirtina wê hatin nîqaşkirin.
her wiha li dijî tundiya li ser jinan banga mezinkirina têkoşînê hat kirin û hate gotin, bi fikrê Rêber Apo dê dawî li tundiyê were.
Komxebata Kongra Star bi encamnameyekê bi dawî bû.