LI SERANSERÎ HERÊMÊ DERBARÊ 25’Ê MIJDARÊ DE DAXUYANÎ HATIN DAYIN
Rêxistin û tevgerên jinan derbarê 25’ê mijdarê de daxuyaniyên cuda parve kirin.
Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku bi felsefeya jin jiyan azadî dê jin dawî li tundiyê bîne û azadiya xwe misoger bike.
Derbarê nêzîkbûna 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê çalakî û daxuyaniyên şermezarkirinê tên lidarxistin.
Rêxistina Sara ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek ji raya giştî re da. Jinên ku beşdarî xwendina daxuyaniyê bûne bankert û posterên bi dirûşmên: “Tundiya li ser jinê re na, kuştinên jinan û destdirêjiya li ser zarokan re na” rakirin
Rêxistina Sara ya bajarê Qamişlo di daxuyaniya xwe de tekezî li ser pêwîstiya ji holêrakirina tundiya li ser jinan bi hemû şêweyên wê kir û got, ew ê bi felsefeya jin jiyan azadî dawî li tundiyê bînin û azadiyê misoger bikin.
Li aliyekî din Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD jî bi heman daxuyaniyek li Qamişlo da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, Bi yekkirina têkoşîna jinê û xurtkirina xebatan dê guhertinên rasteqîn û avakirina pêşerojeke bê şidet pêk were.
Meclisa Jin a PYD bal kişandin ser rola Rêber Abdullah Ocalan di pêkanîna azadiya jinê de û got, divê hemû jin xwedî li felsefeya rêbertî derkevin û xwe bi rêxistin
Rêxistina sara ya bajarê Kobanê jî daxuyaniyek parve kir û tekezî li ser wê yekê kir ku divê jin bi yek destî li dijî zihniyeta qirker têbikoşin û dengê xwe bilind bikin.
Rêxistina sara got, bi boneya 25’ê mijdarê wê gelek çalakiyan li dar bixin, Her ji wan çalakiyan: Lidarxistina rûniştinên diyalogê bi sazî û rêxistinên jinan re – lidarxistina semîner û panelan li bajar û dibistanan.her wiha Rêxistina sara ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî bi daxuyaniyekê tundiya li dijî jina şermezar kir.
Rêxistinê destnîşankirin ku her çiqas tundî li ser jinê were ferzkirin jî wê sekna jinan ji bo bidestxistina maf û azadiyê hîn xurtir be.
Rêxistina Sara li Kantona Efrîn û Şehbayê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku, dê çalakiyên îsal ên 25ˈê Mijdarê bi dirûşma “Dagirkerî tundiya herî mezin e” werin lidarxistin.
Rêxistina Sara a Efrîn-Şehbayê destnîşan kir ku, Dagirkerî tundiya herî mezin a li dijî jin û xwezayê ye, ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan divê dawî li dagirkeriyê were.