Kanala ROJAVA TV

⁣REŞÊ MÊRVAN BI RÎŞ Û RENGÊN XWE HEZKIRINA XWE YA JI HUNERÊ RE NÎŞAN DIDE

Her mirovek bi şewazekî hestên xwe yên derbirînê ‎vedibêje, wênexêza bi navê Reşê Mêrvan jî ya ji bajarê Kobanê ‎peyama xwe bi rêya wênexêziyê radighîne.‎

Reşê Mêrvan bi rîş û rengên xwe yên ciwan, hezkirina xwe ya ji bo ‎jinên kurd û xwezayê li ser tabloyên balkêş xêz dike.
‎Bi gotinên wênexêza ciwan behreyên mirov bi kedê tê pêşxistin û ew jî ji bo êşa ‎welatê xwe bi awayekî hunerî ragihîne, her dixebite.

Reşê Mêrvan ji Rojava TV re behsa naveroka tabloyên xwe dike.

Reşê Mêrvan hemû dema xwe bi xêzkirinê derbas dike û hewl dide di ‎demeke nêz de pêşangeheke xwe veke, daxwaza wê jî ji ‎her jinekê ew e ku xwe di warê hunerê de bi pêş bixin.

Reşê Mêrvan li dibistanan di branşa wênexêziyê de ‎mamostetiyê dike, her wiha di peymangeheke hunerî de jinên ciwan li ser hunera wênexêziyê perwerde dike.