Kanala ROJAVA TV

DESTEYA JIN JI BO NÎQAŞKIRINA REWŞA ZAROKAN KOMXEBATEK LI DAR XIST

Desteya Jin ya Rêveberiya xwesera a Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûryayê û rêxistina Kîfah ya mirovan îro komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xistin.

Komxebat bi beşdariya nûnerên rêveberiya xweser Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûryayê, rêxistinên parstina mafê mirovan û Hêzên ewlekariya hundrîn hate lidarxistin.

Di komxebatê de astengiyên ku zarok pê re rû bi rû dimînin û çawaniya çareserkirina pirsgirêkên wan hatin nîqaşkirin.

Her wiha nîqaşên berfireh jî ji aliyê beşdaran ve hatin kirin.