OPERASYONA “EWLEHIYA DOMDAR” DI ROJA XWE YA 4’AN DE DEWAM DIKE
Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar bi daxuyaniyekê ragihand ku, di roja 4’an a operasyonê de 7 çeteyên din li kampa Holê hatine girtin.
Operasyona Ewlekariya Domdar a ku ji aliyê QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJˈê ve li kampa Holê û derdora wê hatiye lidarxistin, di roja xwe ya 4ˈan de dewam dike.
Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar derbarê encamên çalakiyên operasyonê yên vê sibehê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, di xebatên lêgerîn û paqijkirinê yên vê sibehê de 7 çeteyên DAIŞˈê li kampa Holê hatine girtin.
Her wiha hate diyarkirin, çeteyên ku hatine girtin, amadekariyên pêkanîna kiryarên terorîstî li hundir û derveyî kampê dikirin.