ŞAREDARIYÊN HERÊMÊ PIŞTGIRÎ DAN BERXWEDANA ŞAREDARIYÊN BAKURÊ KURDISTANÊ
Şaredariyên gel ên herêmê bi daxuyaniyên cuda piştgirî dan berxwedana şaredariyên bakurê kurdistanê .
Şaredariyan diyar kirin ku dewleta Tirk a mîtinger bi danîna qeyûman dixwaze vîna gelên li bakurê kurdistanê têk bibe.
Rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê qeyûm tayîn kir.
Li hember biryara tayînkirina qeyûman karvendan û nerazîbûnên tund derdikevin pêş.
Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê xespkirina şaredariyan bi awayek tund şermezar kir.
şaredariya Gel tekez kir ku wê îradeya gel careke din bi ser bikeve.
her wiha şaredariyê piştgiriya xwe bi berxwedana şaredariyên bakurê kurdistanê nîşan da .
her wiha şaredariya Gel a Kantona Kobanê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk a mîtinger bi danîna qeyûman dixwaze vîna gelên li bakurê kurdistanê têk bibe .
her wiha Şaredariyê destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên bi salan ên kurdan tune bike.
şaredariyê Her wiha anî ziman ku, faşîzma tirk bi kiryar û siyasetên li dijî gelan dimeşîne neqebûlkirina xwe ji demokrasî, aştî û wekheviyê re aşkere dike.
li aliyekî din Şaredariya Gel a Helebê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi gelê bakurê kurdistanê re nîşan da.
Şaredariyê diyar kir ku AKP-MHP dixwaze tola şikestina xwe ya li hember vîna gelê kurd rake.
her wiha Şaredariyê destnîşan kir ku êrîşên qirkirinê û polîtîkeyên li dijî şaredariyên li bakurê kurdistanê dê nikaribe vîna kurd têk bibe.