YEKÎTIYA ŞAREDARIYÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ POLÎTÎKEYÊN TIRKIYÊ ŞERMEZAR KIR
Yekitiya Şaredariyên Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedana gelê Kurd a li dijî polîtîkayên nijadperest û şofînîst ên li Bakurê Kurdistanê.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokatiya Desteya Xwecihî ya Kantona Efrîn û Şehbayê ve, bi her du zimanên Kurdî û Erebî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk dema ku bi darê zorê qeyûman datîne, îradeya gel binpê dike.
Her di daxuyaniyê de hat diyar kirin hêrsa gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê wê siyasetên înkarê binax bike û armancên xwe pêk bîne.