Kanala ROJAVA TV

SIYASETMEDARÊN REQA: JI BILÎ FIKRÊ RÊBER APO TU ÇARESERÎ NE PÊKANE

siyasetmedar û rêveberên Reqayê destnîşan kirin ku ji bilî fikrê Rêber Apo tu çareserî ne pêkane .
siyasetmedaran gotin: fikrên rêber APO rêya gelan ronî dike .

Li herêma Rojhilata Navîn, şerekî mîna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê jiyîn. Di vî şerî de zihniyet û helandina çandên li herêmê tên hedefgirtin.

Rêber Abdullah Ocalan bi parêzname û pirtûkên xwe çareseriya pirsgirêkên nû û bandora wan a li ser civakê ku bi Modernîteya Demokratîk a ji ramana Neteweya Demokratîk hatiye, pêşkêş dike.

Têkildarî têgeha Modernîzma Demokratîk, siyasetmedar û rêveberên Reqayê destnîşan kirin ku ji bilî fikra Rêber Apo tu çareserî ne pêkane .

Her wiha siyasetmedaran destnîşan kirin ku Modernîzma Demokratîk armanc dike ku Neteweya Demokratîk a li ser esasê ramana azad pêk bîne.

Fikrê azad yê ku Rêber Apo di parêznameyên xwe de xuya kirine di nav Pêkhateyên herêm de bûne cihê rêzê.

Gel dide nîşan ku ji bilî hilbijartina rêya Netewa Demokrat wê azadiya civakan pê neyê