Kanala ROJAVA TV

DERBARÊ SALVEGERA DAMEZRANDINA ROJNAMEGERIYA SURYANÎ DE PANELEK LI DAR KET

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Suryanî bi boneya salvegera 175ˋan a damezrandina rojnamegeriya Suryanî paneleke diyalogê li dar xist.

Panel bi dirûşma “Hêza Gotinê, Rola raghandina Suryanî di avakirina Hişmendiya Neteweyî de” li navenda komeleya Xêrxwazên Ermenî ya li bajarê Qamişlo li dar ket.

Hejmarek ji rojnamevanan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên Suryanî beşdarî panelê bûn.

Di Panelê 2 mijarên serke yên bi navê “rewşa ragihandina Suryanî, derfet, astengî, rola pêşketina dîjîtal di ragihandina Suryanî de” her wiha “rola ragihandina Suryanî di belavkirina hişmendiya neteweyî de” hat gotûbêjkirin.

Paşê dîroka raghandina Suryanî hat nirxandin û beşdaran gotin ku, raghandina suryanî weke raghandina kurdî di şert û mercên zehmet de ji bo naskirina nasnameya neteweyî têkoşîn kiriye.