Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK DI ÊRÎŞÊN XWE DE JIN Û ZAROKAN DIKE HEDEF

Dewleta tirk a dagirker di 23ê cotmehê de dest bi pêleke nû ya êrîşên qirkirinê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Di encama êrîşan de 18 kes şehîd û 68 kes jî ku di nav de jin û zarok hebûn birîndar bûn her wiha bi dehan saziyên xizmetê hatin rûxandin û ji xizmetê derketin.

Rêvebera Kombûna jinan a zenûbya ya kantona Minbicê Hêvî Mihemed êrîşên dagirkeiya tirk şermezar kir û got, dagirkerî bi hedefgirtina jin û zarokan yasayên navnetewî binpê dike.

Hêvî Mihemed di beşeke din a nirxandinên xwe de bang li jinan kir ku li hember êrîş û tundiyê bi helwest bin û têkoşîna azadiyê bimeşînin.

Her ku diçe Dewleta Tirk a dagirker li ber çavê Rêxistinên Mirovî û Hiqûqî êrîşên xwe yên qirkirnê li dijî herêma bakur û rijhilatê sûriyê nû dike û tê de jêderên jiyanê, sivîl, jin û zarokan armanc digire.