PIRANIYA BAJARÊN KANTONA CIZÎRÊ JI BER ÊRÎŞAN BÊ ELEKTIRÎK IN
Di 23 ê meha cotmehê de dewleta tirk a dagirker êrîşî herêma bakur û rojhilatê sûriyê kir ku di nava êrîşên xwe de gelek stasyonên eliktirîkê kirin armanc û di encamê de stasyon bi temamî ji xizmetê hatin derxistin.
Li kantona cizîrê jî ji ber êrîşan zêdetirî hezar û 300 gund her wiha zêdetirî 6 navçe û 6 bajar bê eliktirîk mane.
Hevserokê Desteya Enerjiyê ya kantona cizîrê Ekrem Silêman ji Rojava Tv re got dewleta tirk zêdetirî 15 stasyonên istiratîjîk li herêmê kir hedef.
Her wiha welatiyê bi navê cemîl yûsif got ku, dewleta tirk bi hedefgirtina jêderên sereke rastrast jiyana wan armanc digire.
Desteya Enerjiyê ya kantona cizîrê ji bo çeksazkirina cihên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatine rûxandin di nava xebatê de ye û alternetîvan pêşkêş dike.