Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA REWŞENBÎRAN HELBESTVAN MEHMÛD EL- ZEXÎRA BI BÎR ANÎ

Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Reqayê bi çalakiyekê helbestvan Mehmûd El- Zexîra di salvegera 10’emîn a wefata wî de bi bîr anî.

Çalakî bi beşdariya rewşenbîr, helbestvan û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser ên Reqayê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de helbestvan Mehmûd El- Zexîra hate bibîranîn û behsa rola wî ya di ber pêşxistina edebiyatê de hate kirin.

Her wiha hate gotin ku, Mehmûd El- Zexîra bi qelema xwe azarên civaka xwe ragihand.

Di dawiyê de helbestên helbestvanê koçkirî Mehmûd El- Zexîra hatin xwendin.