FESTÎVALA ŞEHÎD HOGIR YA HUNERÎ DEST PÊ KIR
Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Hogir a 3ˈyemîn bi dirûşma “Bi huner û werzîşê xwendekar çanda xwe mIsoger dikin” LI Qamişlo dest pê kir.
Festîval ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a Kantona Cizîrê ve ji bo bîranîna şehîd metîn hatiye organîzekirin û li Stadyuma Heysem Kiço ya Qamişlo bi rêve diçe.
Hejmarek ji xwendekarên zanîngeh, peymangeh û akademiyan beşdar bûn.
Axaftina destpêkê ya festîvalê li ser Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê û malbata şehîd Metîn ve hat kirin û tê de hat destnîşan kirin ku di pêvajoya şer de lidarxistina festîvalê de pir bi wate ye.
Piştî axaftinan malbata şehîd Metîn ji aliyê Yektiya Xwendekaran a Kantona Cizîrê ve hate xelatkirin.
Bernameya festîvalê bi pêşbirkên xwendekaran yên hunerî û werzîşî dewam dike.