Kanala ROJAVA TV

1’EMÎN KONGREYA TEVGERA CIWANÊN ERMENÎ YA DEMOKRATÎK LI DAR KET

Tevgera Ciwanên Ermenî ya Demokratîk bi dirûşma “Bi ruh û rêxistinkirina ciwanên Ermen em ê faşîzmê têk bibin û civaka exlaqî ya siyasî ava bikin” kongreya xwe ya 1’emîn li dar xist.

Kongre bi beşdariya 300 endamên tevgerê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, rêxistinên ciwanan li xwaringeha Marbêla ya bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Di kongreyê de hat gotin ku, Yek ji xalên sereke yên rêziknameyê xurtkirina felsefeya neteweya demokratîk e. her wiha erkê avakirina civakê li ser milê ciwanan e.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser rêxistinkirina Tevgera Ciwanên Ermenî ya Demokratîk di salên dawîn de hat pêşandan û bendên reşnivîsa rêziknameyê hat nîqaşkirin û erêkirin.

Piştre hevserokên tevgerê hatin hilbijartin.

Kongreya ciwanên ermenî bi encamnameyek bi dawî bû, ji xalên encamnameyê
avakirina Meclisa Leşkerî ya Ermenî, rêxistinkirina ciwanên partiyan, avakirina Nivîsgehên ciwanên Ermen û Aktîvkirina rola ciwanan.