DESTEYA TENDURISTIYÊ YA FIRATÊ BANGA BIDAWÎKIRINA ÊRÎŞAN KIR
Desteya Tenduristiyê ya kantona Firatê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku, dewleta tirk bi hovîtiya xwe êşa gel girantir dike û herêmê wêran dike.
Desteya Tenduristiyê di daxuyaniya xwe helwest nîşanî destdirêjiyên dewleta tirk û êrîşên wê yên li dijî sivîl û navendên tenduristiyê da û got, dewleta tirk bi hovîtiya xwe êşa gel giran dike û herêmê wêran dike.
Desteyê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku, ji ber êrîşên hovane yên tirkiyê li kantona firatê 2 sivîl şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn.
Desteya Tenduristiyê ya kantona Firatê di dawiyê de bang li civaka navdewletî û hêzên garantor kir ku demildest destwerdanê bikin û dawî li êrîşên dewleta tirk bînin.