Kanala ROJAVA TV

435 XWENDEKARÊN DIN BI ŞAHIYEKE GIRSEYÎ JI ZANÎNGEHA ROJAVA DER ÇÛN

Di bin sirûda neteweyî û liberxwekirina cilûberên Kudî, 435 xwendekar piştî lêgerîn û xwendina bi salan, bi şahiyeke girseyî ji zanîngeha Rojava der çûn.

Di destên wan de alaya rengîn û wêneyên cangoriyên doza azadiyê berz dibe, bi tilîlî û kulîlkan hatin pêşwazîkirin.

Di şahiya derçûnê de li ser navên rêveberiya zanîngehê û rêveberiya xweser axaftin hatin kirin û derçûna xwendekaran weke gaveke giring a destkeftiyên şoreşê hate pênasekirin.

Piştî pêşkêşkirina gotar û axaftinan, xwendekarên derçûyî bi berzkirina nîşaneyên serkeftinê bawernameyên xwe wergirtin.

Di dawiyê de her du hunermendên Kurd Nesrîn Botan û Xêro Ebas derketin ser dikeyê û bi pêşkêşkirina berhemên xwe coşa dilê xwendekaran geş kirin.