Kanala ROJAVA TV

PARÊZERÊN REQAYÊ: DEWLETA TIRK TEVAHÎ QANÛN BIN PÊ KIRINE

Însiyatîfa parêzerên Sûrî ya ji bo parastina Rêber APO û yekîtiya parêzeran a Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku komploya navneteweyî ne tenê li dijî rêber Apo ye, lê li dijî tevahî gelên Rojhilata Navîn e.
Her wiha hat tekez kirin ku dewleta tirk a dagirker tevahî qanûn bin pê kirine û zêdetirî 3 salan e pergala êşkence û qirkirinê li ser rêber Apo girantir dike.
Di dawiya daxuyaniyê de banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin û hat piştrastkirin ku azadiya rêber APO çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.