Kanala ROJAVA TV

LI ŞEHBAYÊ ŞEHÎDÊN HÊZÊN TÊKOŞÎNA DIJÎ MADEYÊN HIŞBIRÊ HATIN BIBÎRANÎN

Di salvegera 1’emîn a şehadeta endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, hevrê û malbatên wan li kantona Şehbayê mûm li ser gorên wan pêxistin.

Bi dehan hevrê û malbatên şehîdan li goristana Şehîdên Berxwedana serdemê ya Li şehbayê kom bûn û mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Di merasîma bîranînê de hat diyarkirin ku, bi saya fedakariyên şehîdan ew di aramiyê de jiyan dikin û soza şopandina rêya şehîdan hat nûkirin.

Paşê Nivîsgeha Têkoşîna Dijî Hişbirê ya kantonê bi daxuyaniyekê şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku ji sûcdarên êrîşa li dijî Akademiya Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê hesabên giran bixwazin.