Kanala ROJAVA TV

LI MINBICÊ KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Bi serpereştiya insiyatîfa parêzerên Sûriyê ya parastina Rêber Apo, yekîtiya parêzeran û rêxistinên civaka demokratîk semînerek têkldarî komploya 9’ê Cotmehê li Minbicê organîze kirin.

Di semînerê de, komploya 9’ê cotmehê hat şermezarkirin û bang azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Her di semînerê de parêzeran destnîşan kirin ku, armanca komplogeran ji komloya li dijî Rêber APO tunekirin û rêgirtina li ber fikrê Rêber Apo bû.

Hat gotin, pergala êşkenceyê ku li dijî Rêbertî tê meşandin li dijî hemû zagona ne.

Di dawiya semînerê hate diyar kirin ku, pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber apo berpirsyartiya her kesî ye û divê têkoşîn mezin bibe.