PYD’Ê SALVEGERA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ ŞERMEZAR KIR
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya bajarê Kobanê jî bi daxuyaniyekê salvegera 5’an a êrîşên li ser serêkaniyê û girê Spî şermezar kir û banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê kir.
PYD’ê ya Kobanê di daxuyaniya xwe de got, heta niha qêrîna zarokên Serêkaniyê û Girê Spî yên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker tê bihîstin.
PYD’ê diyar kir ku, êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî û dagirkirina herdu bajaran li ber çavên cîhanê, berdewamiya komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber APO ye.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya bajarê Kobanê di dawiyê salvegera 5’an a êrîşên li ser serêkaniyê û girê Spî şermezar kir û banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê kir.