Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA ESNAFAN YA EFRÎN- ŞEHBAYÊ CIVÎNA XWE YA 2’YEMÎN LI DAR XIST

Yekîtiya Esnafan a kantona Ferin û Şehbayê duyemîn civîna xwe ya berfireh li dar xist.

Di civînê de li ser navê meclisa TEV- DEM’ê Rûken Ehmed axivî û got, bi rêya rêxistinkirina tevahî qadên jiyanê, em ê serkeftinê bi dest bixin.

Her wiha rapora karûxebatê ya du salan hate xwendin û nîqaş li ser hate kirin.

Piştre rewşa esnafan hate gotubêjkirin û nexşerêya xebatê ya dema dahatî jî hate danîn.