OFÎSA RÊXÊSTINÎ YA EFRÎN Û ŞEHBA: CIVAKA NAVNETEWÎ BERPIRSÊ SÛCÊN LI EFRÎNÊ YE
Ofîsa Rêxêstinî ya Efrîn û Şehbayê ya Kantona Minbicê îro bi daxuyaniyekê bang li civaka navnetewî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê bi dawî bikin.
Ofîsa Rêxêstinî ya Efrîn û Şehbayê di daxuyaniya xwe de got, rewşa ku Efrînê tê re derbas dibe êdî nayê tehmûlkirin û sûcên ku çete li wir li dijî sivîlan pêk tînin sûcên şer derbas kirine.
Her wiha Ofîsê anî ziman ku, çeteyên dewleta tirk a dagirker da ku sûcên xwe yên dij minroî û exlaqî yên li dijî xelkên Efrînê veşêrin gundê Kaxirê dorpêç kirin û qedexeya çûnûhatinê li ser gel ferz kirin.
Ofîsa Rêxêstinî ya Efrîn û Şehbayê ya Kantona Minbicê bang li civaka navnetewî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê bi dawî bikin her wiha sûcdaran darizînin.