Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWECIHÎ DEST BI CÎBICÎKIRINA PIROJEYA PIRA DÛLAB EL IWÊS KIR

dayîreya fenî ya Rêveberiya Xwecihî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi projeya avakirina pireke mezin li taxa Dûlab El Iwêsî li bajarê Hesekê kir.

li gor aliyên peywendîdar, lêçûna pirojeyê 250 hezar dolar e û pire bi dirêjahiya 41 metre, firehiya wê 8 metre û bilindiya wê 5 metre tê çêkirin, her wiha dema cîbicîkirina projeyê jî 8 meh e.

Pira Dolab Ewis jî taxên başûr, rojhilat, rojava û bakur bi navenda bajarê Hesekê ve girêdide û zextên li ser Pira Beyrûtiyê kêm dike.

li gor rêveberiya xwecihî, dê di çarçoveya vê projeyê de asfaltkirina cadeya El-Wasel ji derdora Cûdî heta taxa El-Omran ji aliyê Şaredariya Gel a Hesekê ve bê destpêkirin.