Kanala ROJAVA TV

FESTÎVALA “ÇAND-XULA HELBESTÊ” BI XELATKIRINA HELBESTÊN HERÎ BAŞ BI DAWÎ BÛ

Festîvala 1ʹemîn a “Çand-Xula Helbestê” ye ku 3 rojan dewam kir bi xelatkirina 6 helbestên herî baş, bi dawî bû.

Festîval di roja xwe ya 3’emîn û ya dawî de bi xwendina helbestan bi rê ve çû.

Piştî xwendina helbestan, hevserokên Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê spasiya beşdaran û yên ku kedên wan di lidarxistina festîvalê de çêbûn kirin.

Derbarê bîyografiya Komîteya Nirxandinê ya festîvalê de sînevîzyonek hat pêşandan.

Paşê malbata helbestvan Lorî Tildarî xelata festîvalê wergirt.

Di heman demê de ji mêvanê festîvalê Salihê Heydo û rexnegir Abdulwehab Pîranî û Xalis Misewir re jî xelat hat dayîn.

Di dawiya festîvalê 6 helbestên herî baş hatin aşkerekirin û xelatkirin.