RÊVEBERÊN KOBANÊ BEHSA KÊLIYÊN ÊRÎŞA DAIŞ’Ê Û ARMANCA WÊ DIKIN
Çeteyên DAIŞ’ê piştî dagirkerina Musil û Reqayê çavê xwe berdan dagirkirina kobanê ,û bi kîneke mezin êrîşî kobanê kirin.
di 15 îlona sala 2014an de çeteyan bi çekên giran ji sê aliyan ve êrîşên Kobanê kirin,çeteyan 360 gund dagirkirin û ji sedî 70 bajar rûxandin.Her wiha nêzî 7 hezar ji zarok, jin,kal û dapîr neçarî koçberiyê kirin.
li hemberî vê yekê gelê kobanê jî serê xwe ji dijmin re netewand û berxwedaneke dîrokî lê gel şervanên meşandin.
Rêveberên Kobanê diyar kirin ku, bi têkçûna DAIŞ li kobanê hesabên dewleta Tirk a dagirker bin hev ketin.
Her wiha Rêveberên Kobanê gotin, şikestina DAIŞ’ê li kobanê û tunekirina wan li baxozê bû sedema rizgarkirina herêmê.
Di 26 çeleya 2014 an de Kobanê bi berxwedaneke bêhampe û bi berdêlin giranbuha ji Çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
Serkeftina bajarê kobanê ji dijmin re bû dred û cihê destpêka têkçûna DAIŞ’ê.