Kanala ROJAVA TV

MECLISA JIN A PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ KONFERANSA XWE YA 2’EMÎN LI DAR XIST

Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê, îro konferansa xwe ya 2’emîn li kantona Reqayê li dar xist.

Konferans di bin dirûşmeya têkoşîna me, garantiya şoreşa jin û avakirina sûriyeke demokratîk e û bi beşdariya nûnerên sazî û rêxistinên jinan hate lidarxistin.

Di konferansê de axaftin hatin kirin û lidarxistina konferansê li beşdaran hate pîrozkirin.

Her wiha rewşa rêxsitinî û geşedanên siyasî yên dawiyê jî hatin nîqaşkirin.

Piştre raporên xebatê hatin xwendin û nexşerêya dema pêş jî hate danîn.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser aktîvkirina rola jinan ya di tevahî qadên jiyanê de hate kirin.