Kanala ROJAVA TV

KAMEREYA ROJAVA TV REWŞA XELKÊ GUNDÊ TINIB YÊ BAJARÊ ŞERA ŞOPAND

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî rojane êrîşî bajarok û gundên kantona Efrîn û Şehbayê dike.

Yek ji wan gundên ku rastî êrîşên dagirkeriyê tê, gundê Tinib yê bajarê Şera ye.

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî rojane êrîşî gundê Tinib yê ku 102 malbat tê de dijîn, dike.

Ji ber êrîşên dagirkeriyê rewşa welatiyan zehmet bûye. Her wiha ew zarokên xwe bi tirs dişînin dibistanan.

Kamereya Rojava TV serdana gund kir û rewşa niştecihên wê ji nêzîk ve şopand.