Kanala ROJAVA TV

HIKÛMETA ŞAMÊ NAHÊLE DERMAN DERBASÎ HERÊMÊ BIBE

Hikûmeta Şamê nahêle ku derman derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe û ev yek bûye sedema zêdebûna azarên nexweşan.

Hevserokê Yekîtiya Dermanfiroşên bajarê Qamişlo Kamîran Bêk ji RojavaTV re got: Hikumeta Şamê bi bihaneyên cuda derman derbasî herêmê nake, lê rastiya mijarê dorpêçeke siyasî ye.

Ev zêdetirî 4 mehan e Hikumeta Şamê rê nade derman derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe.

Di encamê de gelek cureyên dermanan nayên peydakirin û yên heyî jî nirxê wan gelekî buha bûne ku, bûye sedema dilgiraniya xelkên herêmê.

Hevserokê Yekîtiya Dermanfiroşên bajarê Qamişlo Kamîran Bêk ji RojavaTV re got: Hikumeta Şamê bi bihaneyên cuda derman derbasî herêmê nake, lê rastiya mijarê dorpêçeke siyasî ye.

Welatiyê ji Qamişloyê Emran Elî jî diyar kir ku ew gelek zehmetiyan di peydakirina dermanan û nixên wan de dibînin.

Li gorî agahiyên taybet yên ku Rojava TV ji Yekîtiya Dermanfiroşên bajarê Qamişlo bi dest xistine, xwestekên avakirina kargehên çêkirina dermanan li herêmê hene, lê ji ber êrîşên domdar ên dewleta Tirk yên li dijî herêmê ev yek di rewşa heyî de pêknayê.