Kanala ROJAVA TV

HIKÛMETA ŞAMÊ Û DEWLETA TIRK DIXWAZIN TÊKILIYÊN XWE ASAYÎ BIKIN

Derbarê hewldanên asayîkirina têkiliyên di navbera Şam û Enqereyê de, Berdevkê hêzên lîwa El şemal El demokratî Mehmûd Hebîb dibêje, Ji destpêka aloziya sûriyê ve dewleta tirk a dagirker armanc dike ku gelên sûriyê bixapîne û berjewndiyên xwe cî bi cî bike. Dewleta tirk a dagirker bi her awayî dixwaze ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û tevliheviyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbixe.

Di wê çarçoveyê de dewleta Tirk careke din dixwaze têkiliyên xwe li gel Hikûmeta Şamê asayî bike.

Berdekê hêzên lîwa Elşemal Eldîmokratî Mehmûd hebîb, ji destpêka aloziya sûriyayê ve dewleta tirk a dagirke armanc dike ku gelê sûriyayê bixapîne û berjewendiyên xwe cî bi cî bike.

Her wiha Mehmûd Hebîb da zanîn ku, çênabe ku Hikûmeta Şamê danûstandinan bi dagirkerên axa xwe re bike.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ya di sala 2011’an de, dewleta tirk a dagirker bi her awayekî û bi hincetên cuda dixwaze Sûriyê dagir bike û nexşeya xwe ya dagirkeriyê berferhtir bike.