MECLISA JINÊN SÛRIYÊ SALVEGERA DAMEZIRANDINA XWE PÎROZ KIR
Meclisa Jinên Sûriyê bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 7’emîn şahiyek li kantona Reqayê li dar xist.
Şahî bi amadebûna bi dehan nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, endamên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe hate lidarxistin.
li ser navê meclisa jinên sûriyê axaftin hatin kirin û salvegera damezirandinê li tevahî jinên têkoşer û azadîxwaz hate pîrozkkirin.
her wiha belgefilmek li ser êş û azarên ku jinan di dema DAIŞ’ê de kişandine, hate pêşandan .
şahî bi gotina stranan û gerandina govendê bi dawî bû.