TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER KOMXEBATEK LI KANTONA REQAYÊ LI DAR XIST
Di bin dirûşmeya ”rola ciwanan û rêbertî” tevgera ciwanên şoreşger komxebatek li kantona Reqayê li dar xist.
Komxebat bi beşdariya endamê tevgera ciwanên şoreşger, jinên ciwan û partiya sûriya pêşerojê li navenda çand û hûnerê hate lidarxistin.
Komxebat bi xulekeke rêzgirtinê li ser giyanên şahîdan dest pê kir.
Piştre sinivizyonek hate pêşandan. Her wiha semînerek li ser ciwan û rêbertî û Netewa Demokratîk li Rojhilata Navîn hate dayîn.