NERAZÎBÛNÊN LI HEMBER ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ YÊN LI DIJÎ BAŞÛR ZÊDETIR DIBIN
Hevseroka nivîsgeha rêxistinî ya TEV- DEM’ê Şeha Xelîl got, dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê bi êrîşên xwe nikarin tevgera azadiyê tasfiye bikin.
Her wiha Şeha Xelîl da zanîn ku, birina çeteyan ji herêmên dagirkirî ji bo Başûrê Kurdistanê nîşan dide ku dewleta Tirk li hemberî tevgera azadiyê têk çûye.
Dewleta Tirk a dagirker ji nîveka meha Hezîranê ve bi hevkariya PDK’ê bi dijwarî êrîşî axa Başûrê Kurdistanê dike.
Her wiha li gorî raporên ku di demên dawiyê de hatine belavkirin, dewleta Tirk çeteyan ji herêmên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê yên dagirkirî dişîne Başûrê Kurdistanê.
Hevseroka nivîsgeha rêxistinî ya TEV- DEM’ê Şeha Xelîl got, dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê nikarin tevgera azadiyê tasfiye bikin.
Her wiha Şeha Xelîl da zanîn ku, birina çeteyan ji bo Başûrê Kurdistanê nîşan dide ku dewleta Tirk li hemberî tevgera azadiyê têk çûye.
Di çend rojên derbasbûyî de, di encama bombebaranên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê 6 sivîl ku di nava wan de zarok jî hene, şehîd bûne. Li hember van binpêkirinan, PDK’ê ti helwestan nîşan nade.