Kanala ROJAVA TV

IYAD EL-XETÎB: RÊVEBERIYA XWESER HÊZA XWE JI HEVGIRTIN GELÊ XWE WERDIGRE

Berdevkê partiya Sûriya Pêşerojê Iyad El Xetîb li ser daxuyaniyên wezîrê karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku idîa dikir Rêveberiya Xweser bi piştevaniya amerîka dixwaze xwe ji Sûriyê cuda bike û dê Amerîka weke Afganistanê ji herêmê vekişe, nirxandin kir.

Iyad El xetîb destnîşan kir ku rewşa li Bakur û Rohilatê Sûriyê diqewime, ji rewşa Efxanistanê cuda ye.

Her wiha da zanîn ku projeya Rêveberiya xweser hêza xwe ji hevgirtin û piştgiriya gel werdigire û pişta xwe bi hêzên Amerîkî girê nade.