Kanala ROJAVA TV

HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN BI ŞÊNIYÊN HESEKÊ RE CIVIYA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro têkildarî ewlehiya herêmê li pêşniyar û daxwazên şêniyên bajarê Hesekê guhdar kir.

Civîn ji aliyê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê, li Hola Serdemê ya Hesekê li dar ket.

Şênî, nûnerên saziyên sivîl, hevserokên komîn û meclisan, rûspiyên êlên Hesekê, Til Temir û Zirganê, endamên nivîsgehên Saziya Ewlehiya Giştî û Sûcan û Ewlehiya Bendan tevlî civînê bûn.

Di civînê de Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rexne, nirxandin û pêşniyaran guhdar kir.

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev civîn di çarçoveya civînên asayî de li dar ketiye da ku li daxwazên şêniyan guhdar bikin û astengiyên derdikevin derbas bikin.

Civîn dê di rojên bê de li bajar û 7 kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bikevin.