Kanala ROJAVA TV

TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN AMEDEKARIYA 2’EMÎN FESTÎVALA ŞEHÎD BERÇEM DIKE

Tevgera Hîlala Zêrîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê amedekariya bernameya 2’yemîn a festîvala Şehîd Berçem ya hunerî dike.

Festîvala Şehîd Berçem wê di navbera 6 û 9’ê Îlonê de li bajarê Kobanê bi tevlîbûna hemû pêkhateyan were lidarxistin.

Festîvala Şehîd Berçem her du salan carekê tê li darxistin, Cara yekem li bajarê Helebê hat lidar xistin.

Ev festîval li ser asta Bakur Rojhilatî Sûriyê ye, her wiha ji derveyî welat jî wê hunermend tevlî festîvalê bibin.

Di festîvalê de wê komên govendê, şano, stran, karê destan û wênexêzî were pêşandan.

Endamên tevgera hîlala zêrîn ji Rojava Tv re behsa armanc û bernameya festîvalê kirin.