FESTÎVALA 5’AN A ZAROKAN LI KANTONA MINBICÊ BI DAWÎ BÛ
Festîvala 5ʹan a Zarokan ku bi diruşma ʹZaroka îro geşbûna pêşerojê yeʹ hatibû lidarxistin, îro di roja xwe ya 5ʹan de li kantona Minbicê bi dawî bû.
Festîvala 5ʹan a Zarokan 1ʹê Îlonê li kantona Reqayê dest pê kir û 3 rojan dom kir.
Di her sê rojên festîvalê yên li Reqayê de bi beşdariya 150 zarokan çalakiyên hunerî, çandî û lîstokî hatin pêşkêşkirin.
Di roja 4ʹan de festîval li kantona Tebqayê hat organîzekirin.
Di çalakiyên roja 5ʹan de koman li kantona Minbicê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.
Desteya Çand û Hunerê ya kantona Minbicê di dawiya festîvalê de Desteya Çandê û Şûnwaran a Kantona Reqayê xelat kir.