Kanala ROJAVA TV

JI BO BÎRANÎNA KOMKÛJIYA AMÛDÊ SÎNEMAYEKE NÛ TÊ AVAKIRIN

Şardariya Gel a bajarê Amûdê dest bi avakirina salona sînemayeke nû li Amûdê kiriye.

Cîgira Hevserokatiya Yekîtiya Şaredariyan a kantona Cezîrê Bêrîvan Omer diyar kir ku, armanca wan ji avakirina sînemeyê bîranîna şehîdên komkujiyê ye.

Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê bi hevkariya Komîna Film Ya Rojvava ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Sînema Amûdê ya sala 1960`î, li bajarê Amûdê dest bi avakirina salona sînemayekê kirine .

Cîgira Hevserokatiya Yekîtiya Şaredariyan a kantona Cezîrê Bêrîvan Omer diyar kir ku, armanca avakirina sînemeyê bîranîna şehîdên komkujiyê ye.

Her wiha Çavdêra Teknîkî Ya Şaredariya Amûdê Dorîn Deqûrî da zanîn ku rûbera sînemaya nû hezar û 162 metr ye û lêçûna wê 346 hezar û 326 dolar e.13’ê Mijdara 1960`î, sînemaya Amûdê hate şewitandin û di encamê de 200 zarok ku temenê wan 12 sal derbas nake, hatin kuştin.

Ew bûyer, wek Komkujiya Sînemaya Amûdê tê naskirin. Li gorî delîlan saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê berpirsê wê şewatê ne.