RÊVEBERIYA XWESER DI 6 SALÊN XWE DE BÛ DENGÊ PÊKHATEYÊN HERÊMÊ
TELET YÛNIS - HEVSEROKÊ MECLÎSA CÎBCÎKAR A KANTONA CIZÎRÊ
Hevserokê Meclîsa Cîbcîkar ya Kantona Cizîrê Telet Yûnis di 6’emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji rojava tv re axivî.
Telet Yûnis 6’emîn salvegera Rêveberiya Xweser pîroz kir û got, Rêveberiya Xweser li hember êrîşên dagirkeriyê bû bersiv.
Di 6’ê îlona sala 2018’an de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Eyn Îsayê hat damezirandin.
Rêveberiyê di 6 salên xwe de tevî astengiyên aborî, dorpêç û êrişên dewleta Tirk a dagirker, heta astekê karîbû pêdiviyên gelê herêmê bi cih bîne û li hember êrîşan bibe bersiv.
Têkildarî mijarê Hevserokê Meclîsa Cîbcîkar yê Kantona Cizîrê Telet Yûnis ji Rojava tv re axivî 6 emîn salvegera Damezrandina Rêveberiya Xweser pîroz kir.
Telet Yûnis diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya demokratîk li ser fikrê neteweya demokratîk hatiye damezrandin.
Rêveberiya Xweser pêkanîna aştiyê, çareserkirina aloziyê bi rêya dîyalogan, rizgarkirina herêmên dagirkirî, başkirina rewşa herêmê û berfirehkirina xebatên xizmetguzariyê bingeh digire.