XELKÊN QAMIŞLO JI BUHABÛNA NIRXÊ AMPÊRAN BI GAZININ
Li bajarê Qamişlo ji ber bihabûna ampêran, nerazîbûnek di nava gel de rû da.
Di vê derbarê de peyamnêrên kanala me, nêrîna gel û Yekîtiya Jeneratoran şopand û ev rapor ji me re amade kirin.
Li bajarê Qamişlo, di van demên dawî de, ji nişkê ve nirxê ampêran bi rêjeyeke bilind zêde bû.
Vê yekê welatî dilgiran kirin, ji ber ku nirxê zêde ne li gorî dahata wan a mehane ye, bi taybet ku hevdemî herêm bi temamî di qeyrana aborî re derbas dibe.
Li ser vê yekê, kamîreya Rojava TV êş û azarên xelkê şopand.
Gel ji ji Rêveberiya Xweser daxwaz kir ku çareseriyek li gorî debara jiyana wan bê dîtin û sînorek ji keysebaziya bazirgan û xwediyên jeneratoran re were danîn.
Ji aliyê xwe ve Berdevkê Yekîtiya Jeneratoran a baajrê Qamişlo Ehmed Qado sedema guhertina nirxê amperan diyar kir û da zanîn ku yekîtî di pêvajoya lêkolîna nirxan de ye.
Hêjayî gotinê ye ku piraniya bajarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo dabînkirina kehrebê, xwe dispêrin jeneratoran nemaze ku jêrzemîna herêmê di encama kirîza Sûriyê û êrîşên Tirkiyê de ji xizmetê derketiye.